Ji ber nebesiya hikûmeta AKP-MHP’ê mirin û mexdûriyetên li herêma erdhejê zêde dibin. Xebatên ku hikûmet tenê ji bo pê reklama xwe bike, nîşan da jî nekarî vê rastiyê veşêre. Piştî erdhejê hikûmeta AKP-MHP’ê Waliyê Wanê Ozan Balci li Meletiyê erkdar kir. Walî-Qeyûm Ozan Balci jî fermanda hemû qeyûm, serokên daîreyan û 480 xebatkaran ku li Meletiyê xebatan bimeşînin.
Li ser vê yekê ji bo 480 kesan ku qeyûm û serokên daîreyan jî di nav de, heqê çûn û hatinê hate dayîn. Ji bo xebatkarên ku bi dilxwazî biçin herêmê, di navbera 30 hezar û 50 hezar heqê çûn û hatinê hat dayîn.
BÊYÎ KU QIRÛŞEKÊ XERC BIKIN, VEGERIYAN
Serokên daîreyan û 480 xebatkar tevî ku ji bo tedarîkirina pêwîstiyên mexdûrên erdhejê hatibûn erkdarkirin, ji derveyî karê aşpêjiyê ti xebat nehat meşandin. Xebatkarên ku 30 hezar-50 hezar TL heqê çûn û hatinê wergirtin, li cihê aşpêjiyê ya li herêma erdhejê hatî danîn pêdiviyên xwarinê tedarîk kirin. Tevî ku heqê rêya wan jî hatibû dayîn, xebatkar bi wesayîtên şaredariyê çûn herêma erdhejê û di bin konan de man. Bi vî awayî pereyê ku ji bo heqê rêya wan hatî dayîn, ma ji bo wan bi xwe.
‘ME LI WIR TENÊ JI QEYÛMAN RE XIZMET KIR’
Kesek ku ji aliyê şaredariya qeyûmê ve li herêma erdhejê hatibû erkdarkirin, got ku 5 rojan li herêma erdhejê man û ti tişt nekirine.
Xebatkarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, wiha anî ziman: “Dema ku em çûn Saziyên Sivîl ên Civakî û dilxwaz gelek pirsgirêk çareser kiribûn. Me li wir tenê ji bo qeyûm û serokên daîreyan xizmet kir.”