Mamoste dîsa ji bo mafên xwe li qadan bûn
Îro li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê mamoste bi daxwaza mafên xwe daketin qadan û daxwaza mafên xwe û azadiya mamsoteyên girtî kirin.
Îro li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê mamoste bi daxwaza mafên xwe daketin qadan û daxwaza mafên xwe û azadiya mamsoteyên girtî kirin.
Demek dirêj e ku dewleta Îranê ne tenê guh nade daxwazên mamosteyan, berdewam li hemberî wan zext, çavtirsandin û girtinê ferz dike. Wisa bûye ku hemba bêje weke mijarekê rojane lêhatiye.
Îro li bajarên Sine, Şehrêkurd,Tehran û gelek bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan bi daxwaza mafên xwe, wekhevkirina heqdestê mamosteyên xanenişîn û her wiha azadkirina mamosteyên girtî daketin qadan.
Mamoste li qadên ku hatin ba hev bi pêşkêşkirina axaftinan, berzkirina dirûşmeyan û vekirin pankart û dovîzan daxwaza mafên xwe kirin û xwestin ku mamosteyên girtî werin berdan.