Malbatên Pirsûsê. Pirsûs careke din anîn serê me
Malbatên li Pirsûsê zarok û bavên xwe winda kirin axivîn: Pirsûs careke din anîn serê me. Komkujiya Pirsûsê çi be ya Enqereyê jî ew e. Kiryar heman kiryar e.
Malbatên li Pirsûsê zarok û bavên xwe winda kirin axivîn: Pirsûs careke din anîn serê me. Komkujiya Pirsûsê çi be ya Enqereyê jî ew e. Kiryar heman kiryar e.
Malbatên li Pirsûsê zarok û bavên xwe winda kirin axivîn: Pirsûs careke din anîn serê me. Komkujiya Pirsûsê çi be ya Enqereyê jî ew e. Kiryar heman kiryar e.
Gamze Yildiz, Nazegul Boyraz, Dîlek Şeker, Suleyman Ozkan û Alî Sadet, piştî komkujiya li Enqereyê, nêrînên xwe parve kirin.
YILDIZ: JI BILÎ DAXWAZA AŞTIYÊ KAREKÎ WAN TINEBÛ
Gamze Yildiz a li Pirsûsê bavê xwe winda kir got, "Me got qey em ê bibin malbatên dawî yên ji ber daxwaza desthilatdariyê ya hin kesan, êş kişandine. Lê belê me ji bîr kir ku kujerên dîn û har ji xwînê têr nabin. Me careke din heman êş kişand. Zarok dîsa bê dê û bav, dê û bav dîsa bê zarok man. Kujerên xwe ji xwînê xwedî dikin, mirovên digotin aştî qetil kirin. Mîna li Pirsûsê wê niha pirsa 'Çi karê wan li wir hebû?' bikin. Bersiv gelekî zelal û hêsan e: Ji bilî daxwaza aştiyê, karekî wan tinebû."
BOYRAZ: EM Ê TI CARÎ ÎNSANBÛYÎNA XWE WINDA NEKIN
Nazegul Boyraz jî got, "Zehmet e hestên xwe vebêjim, pênase bikim. Derbeke mezin bû li aştiyê hat xistin. Êrîşeke namerdî ye ev. Dilê me dişewite. Lê mîna ku Mewlana dibêje, 'şewitîna dilê me nîşaneya merhametê ye'. Em ê ti carî însanbûyîna xwe winda nekin û em ê ti carî serî netewînin."
ŞEKER: ÇAWA KU BAVÊ MIN ŞEWITANDIN, LI ENQREYÊ JÎ ŞEWITANDIN
Dîlek Şeker a bavê xwe Îsmet Şeker li Pirsûsê winda kir got, "Dilê min dişewite. Çawa ku bavê min şewitandin, li Enqreyê bi sedan kes şewitandin. Dilê min dişewite. Serokwezîr duh rabû got, 'Êrîşkarê bombeyî yê li Pirsûsê hatiye dîtin'. Ev tê çi wateyê? Wî şexsî ji xwe bombe li xwe pêça û teqand. Yên ev komkujî plan kirine û dane kirin kî ne? Em dixwazin van zanibin. Îsyana me mezin e. Duh ez jî li Enqereyê mirim. Pirsûs çi be Enqere jî ew e. Bavê min û hevalên wî ji bo pêlîstokan bibin Kobanê ketibûn ser rê. Mirovên me yên li Enqereyê kom bûn jî, aştî dixwestin.Ez jî aştiyê dixwazim, ji bo xwe, ji bo zarokên xwe. Yên ku 400 wekîl nestendin, mirovên me şewitandin."
OZKAN: KUJER LI QESRÊ RÛDINÊ
Suleyman Ozkan ê li Pirsûsê birayê xwe Ûgûr Ozkan winda kir got, "Ji niha û pê ve divê em bêhtir dengê xwe bilind bikin. Kujerê me diyar e. Ewladên me, zarokên me, dayikên me û bavên me qetil dikin û li nava çavên me dinêrin û dikenin. Qujer li Qesrê rûdinê. Eger em bêdeng bimînin, wê komkujiyên mezintir bêns erê me. Ji bilî li hev kom bûn û bilindkirina têkoşînê şensekî me nîne."
SADET: CAREKE DIN PIRSÛS ANÎN SERÊ ME
Alî Sadet ê li Pirsûsê keça xwe Ezgî Sadet winda kir anî ziman ku deam wan teqîna li Enqereyê bihîstin bi hevsera xwe re ketin navaş şoqeke mezin û got, "Duh careke din Pirsûs anîn serê me.