Malbatên Pirsûsê ji bo edaletê li Enqereyê ne

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya dozê bê rakirin û kiryarên komkujiyê bên cezakirin, li Enqereyê ne.

Di heyeta Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê de wê malbatên Hatîce Ezgî Sadet, Nazegul Boyraz, Cemîl Yildiz, Îsmet Şeker, Emrûllah Akhamûr, Mûrat Yûrtgul, Serhat Devrîm, Suleyman Ozkan, Ûgûr Ozkan, Osman Çîçek, Kasim Deprem, Nartan û Ferdane Kiliç, Veysel Ozdemîr, Evrîm Denîz Erol cih bigirin. Her wiha wê ji parêzerên Platforma Edaletê ji bo Pirsûsê Arin Gul Yenîaras û Can Tombûl, ji gazên Pirsûsê malbata Çagdaş Kuçukbattal, gaziyên Pirsûsê û nûnerên Piştgiriya Pirsûsê, li gel malbata amade ne.

Malbatan di destpêkê de mirovên di 10'ê Cotmeha 2015'an de li ber Gara Enqereyê hatin qetilkirin, bibîr anîn. Malbatan qurnefîl danîn cihê teqîn lê rû dan.

Li ser navê malbatan keça Îsmet Şeker Dîlek Şeker daxuyaniyek da û got, "Em kevokên aştiyê bi rêzdarî bibîr tînin." Şeker diyar kir ku weke malbatên Pirsûsê bi komkujiya li Enqereyê re ew careke din hejiyan e û got, "Dema ku bi sedan mirovan dirûşmên xwe yên herî bedew diqîriyan, bombe hatin teqandin. Ew ji nava me birin. Lê belê bila zanin, ku weke malbatên Pirsûsê, çawa ku em li dû edaletê ne ji bo pirsûsê, em ê ji bo yên li Enqereyê û hemû qurbaniyên komkujiyên din, li edaletê bigerin."

Şeker bibîr xist ku ew ê biçin Meclîsê û bi Cîgirên Serokên Komên HDP û CHP'ê re jî hevdîtinan bikin û bixwazin ku ji bo rakirina biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê û cezakirina kiryarên komkujiyê, bi însiyatîf tevbigerin.

Ji Platforma Edalet ji bo Pirsûsê parêzer Can Tombûl jî da xuyakirin ku komkujiya Enqereyê dewama Pirsûsê ye. Tombûl diyar kir ku ji bo rakirina biryara nepenîtiyê ya li ser dosya lêpirsînê, ew ê îro careke din gilî bikin.

Malbat piştî daxuyaniyê çûn Edliya Enqereyê.