Malbatên Pirsûsê giliyê Erdogan û Davûtoglû kirin
Malbat û gaziyên Pirsûsê, ji ber sûcê li dijî mirovahiyê kirine, giliyê Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû kirin.

Endamên Hewldana Edaletê ji bo Pirsûsê û malbatên kesên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo kesên di komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin li Gara Enqereyê kom bûn û qurnefîl danîn cihê teqînê. Li ser navê malbatan, keça Îsmet Şekercî yê ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, Dîlek Şekercî got "Çawa ji bo Pirsûsê em li pey edaletê ne, em ê ji bo komkujiya Enqerê jî li pey edaletê bin."
Piştre parêzerê Hewldana Edaletê ji bo Pirsûsê Can Tombul axivî û got ji ber ku di doza komkujiya Pirsûsê de ti gav nehatiye avêtin û da zanîn ewê ji ber vê gilî bikin.
Piştî bernameya bîranînê, malbat û parêzerên dozê, Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû jî giliyê kesên weke berpirsyarên komkujiyê dibînin li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kirin.