Malbatên girtiyan meşiyan: Polîsan li malbatan da û ew destgîr kirin
Ji bo girtiyên nexweş malbatan li pêşiya Edliyeya Stenbolê meşek li dar xistin. Fincê Akman, Cemîle Çîftçî û rojnamevan Zeynep Kûray hatin destgîrkirin.
Ji bo girtiyên nexweş malbatan li pêşiya Edliyeya Stenbolê meşek li dar xistin. Fincê Akman, Cemîle Çîftçî û rojnamevan Zeynep Kûray hatin destgîrkirin.
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku ligel ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan di roja 32’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de li pêşiya Edliyeya Stenbolê kom bûn. Cemîle Çîftçî ya ku birayê wê Selîm Çîftçî di Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê de ye û Fincê Akman a ku kurê wê Yakûp Akman di Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 3’an a Sîlivriyê de ye tevlî çalakiyê bûn. Akman û Çîftçî li pêşiya îstasyona metroyê ya li Çaglayanê bi destê hev girtin û heta qada edliyeyê meşiyan.
Di dema meşê de Akman xwest zarokên wan were berdan û got “Em naxwazin ne zarokên me û ne jî kesên din jiyana xwe ji dest bidin. Her roj ji girtîgehan tabût derdikevin. Çima ji me mirina me kêfê distînin?”
Dema ku Akman nêzî qadê bû polîsan pêşiya wan girtin û bêyî ku biryareke nivîskî pêşkêş bikin îddîa kirin ku li qadê çalakî hatine qedexekirin.
Di dema dorpêçê de polîsan li nûçegihana JINNEWS’ê Gulistan Dûrsûn û rojnamevan Hayrî Tûnç dan. Di vê kêlîkê dee polîsan li rojnamevan Zeynep Kûray jî dan û ji pişt ve destê wê kelepçe kirin. Polîsan Akman, Çîftçî û Kûray destgîr kirin û birin Qereqola Polîsan a li Çaglayanê.