Malbatên girtiyan jî Barzanî şermezar kirin

Malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin, bertek nîşanê Barzanî yê hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike dan û gotin: ‘’Hişê xwe bîne serê xwe!’’

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş ên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 49’an de berdewam kir. Malbat, li pêşiya Baroya Îzmîrê hatin ba hev. Endamên Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê û jinên navçeya Foçayê çûn serdana malbatan. Malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn.

Ji jinên Foçayê Selma Eren da zanîn ku ji bo piştgiriya bi malbatan re hatine û daxwaza wan ew e ku îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Eren, daxuyand ku wan xwest piştgiriyê bidin berxwedana dayikan û êşa wan parve bikin. Bi domdarî Eren hêvî kir ku zilma heyî bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin ku girtiyên nexweş di zûtirin dem de werin berdan, bên dermankirin û ev êş jî bi dawî bibin.”

‘EM MİL DİDİN MİLÊ HEV, EM Ê Dİ DEMEKÎ ZÛTİR DE ENCAMEKÎ Bİ DEST BİXİN’

Dayika girtiyê bi navê Mehmet Nezîr Gumuş ku li Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê tê ragirtin, Hanîfe Gumuş jî ji ber serdanê, spasiya jinan kir û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku jin her tim li cem me bin. Dema mêvan tên serdana me, em gelek keyfxweş dibin. Em dixwazin ku malbatên girtiyan jî bên. Heke bên gel me û em mil didin milê hev, em ê di demekî zûtir de encamekî bi dest bixin. Divê em piştgiriya hev bikin.”

‘BİLA BARZANÎ AQİLÊ XWE BÎNE SERÊ XWE’

Herî dawî jî Gumuş bal kişand ser rewşa şer a li Kurdistanê û wiha bang li malbata Barzanî kir: “Em şer naxwazin. Bila Barzanî şerê birakujiyê neke. Bira birayî nakuje. Bila Barzanî aqilê xwe bîne serê xwe. Dev ji kuştina birayê xwe berde. Tu jî kurdî û em jî kurd in. Em naxwazin ku bên kuştin. Em aştî, wekhevî û biratiyê dixwazin. Êdî bes e ji ewqas şer û komkujiyan re. Bila êdî cenazeyên zarokên me ji zindanan dernekevin. Bila Barzanî jî pêşî li vî şerî bigire.”