Malbatên girtiyan îşkence û êrîşên dagikirinê şermezar kirin

Malbatên girtiyan ên Îzmîrê di roja 52’yemîn a Nobeta Edaletê de îşekenceya li girtîgehan û êrîşên dagikirinê yên bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin.

Malbatên girtiyan bi boneya girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 52’yan de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên “Deng bide girtîgehan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” hildan.

DAYIK JI BO ZAROKÊN XWE LI BER XWE DIDIN

Dayika Firat Yagmekan ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklar a Bucayê tê girtin Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî û anî ziman ku hefteyek berê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye. Yagmekan diyar kir ku kurê wê bi nexweşiyên hemoroît, fetqa golimê û zerikê ketiye û got: “Her wiha ranên wî diêşin. Kurê min got ku nayê dermankirin û li wan nayê nihêrîn. Divê kurê min emeliyat bibe lê nayê kirin. Ev 52 roj in em dayik ji bo zarokên xwe li ber xwe didin. Zarokên me dibêjin ku bi darê zorê odeyên wan tên guhertin û derhiqûqî li wan tê kirin. Ev kes ji xwe di girtîgehê de ne lê ma hûn çima vê zext û bêedaletiyê li wan dikin. Li derve çi ji destê me were em ê bikin.”

‘DIVÊ BARZANÎ AQILÊ XWE BÎNE SERÊ XWE‘

Yagmekan bal kişand ser êrÎşên li dijî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Divê Barzanî demildest dawiyê li vî şerî bîne û aqilê xwe bîne serê xwe. Em dibêjin ku ‘em birayên hev in.’ Baş e lê çima birayek van tiştan bi serê birayê din tîne. Ma dê ev zilm heta kengî bidome. Êdî bes e.  Em êrîşên ku bi hevkariya Barzanî li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin şermezar dikin û dibêjin ku em vî şerî qebûl nakin.”