Malbatên gerîlayên HPG’ê Cengîz Ozek û Ramazan Yildiz ên ku li dijî midûriyeta polîsan a Pinarbaşiyê çalakî li dar xistibûn hatin Enqereyê û serî li Saziya Tiba Edlî dan.
Malbatên gerîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) û Ramazan Yildiz (Andok Farqîn) ên HPG'yî ku 26'ê Gulanê li dijî midûriyeta polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê çalakî li dar xistibûn piştî duh li Amedê gihîştin hev û hatin Enqerêyê.
Bavê Ozekê gerîla Nevzat Ozek, xalê wî Enver Bulut ûnûnerên MEYA-DER'a Geverê bi 2 wesayîtan hatin Amedê û piştre hatin Enqereyê. Malbat piştî hatin Enqereyê Serî li Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê dan. Malbatan piştî serî li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê dan li benda biryara dozger in ku cenazeyên zarokên xwe werbigirin.