Malbatan serlêdana Îmraliyê kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li saziyên têkildar dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo ku xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi heman daxwazê her wiha serî li Midûrtiya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji sala 1999'an Komploya Navneteweyî û wir ve li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlehiya Şidiyayî ya Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê danîn.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe bi telefonê axivî bû û axaftina telefonê hatibû birîn. Ji wê çaxê û wir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê standin.