Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin hevdîtinê bikin careke din serlêdan kirin.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin hevdîtinê bikin careke din serlêdan kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 sal in agahî nayê wergirtin.