Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê Bûrsayê dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdînê serî li serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e tevî vasîsê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku birayê Veysî Aktaş ji bo roja Duşemê biçin hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Înfaza Ceza ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê dan.