Malbata Ocalan ji bo Ocalan bibîne serî li dozgeriyê da

Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 

Bi rêya Parêzerên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwîşka wî Fatma Ocalan ji bo biçin girtîgeha Îmraliyê ya tipa F’yê,  serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Her wiha dîsa malbatên girtiyên din ê Îmraliyê jî serî li dozgeriyê dan. Ji bo Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji bo Omer Hayrî Konar jî birayê wî Alî Konar û ji bo Veysî Aktaş jî xwişka wî Sabîha Aslan serî li dozgeriyê dan.