Rayedarên Girtîgeha Tîpa E a Antalyayê, di 15'ê Tebaxê de diyar kirin ku Hamza Kaçmaz ê 21 salî bi ben xwe darve kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Kaçmaz, di 20'ê Tebaxê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de jî hat diyar kirin ku şopa "darvekirinê" tine ye. Di pêşraporê de hat diyar kirin ku laşê wî werimiye û şopa xwînê li ser dev û bêvila wî hene û bedena wî zêde zerar dîtiye. Lê şopa kêr û çekan li ser bedena wî nehatiye dîtin.
'RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ DEREW KIRIN'
Mamê Kaçmaz Abdulbahrî Kaçmaz diyar kir ku 4 meh şûnde wê biraziyê wî bihata berdan û wiha got: "Li girtîgehê gardiyanan 'Yekîneyê hilweşînê' ava kirine. Vê yekîneya hilweşandinê li biraziyê min xist û ew kuşt. Piştî me agahî girt em çûn ber deriyê girtîgehê. Em bi telefonê bi rayedarê girtîgehê re axivîn. Gotin 'Kaçmaz li qewîşê raza ye' Me ji wan bawer nekir û em li nexweşxaneyê geriyan. Em fêr bûn ku Hamza li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Antalya hatiye razandin. Me Hamza li beşa Cerahî ya nexweşxaneyê dît. Biraziyê min ji aliyê yekîneyên xerakirinê yên gardiyanan ve bi lêdanê hat kuştin. Gardiyanan zext li ser xebatkarên tenduristiyê kirine û xwestine wekî 'xwe darve kiriye' derbasî raporan bikin. Lê rayedarên girtîgehê jî wekî lêdanê derbas kirine. Ez bi gelek rayedarên nexweşxaneyê re axivîm. Diyar kirin ku rayedaran xwestine wekî 'Darvekirinê' derbasî raporê bikin."
DOZGER: BIÇIN MALÊ, XWE DAR VE KIRIYE
Kaçmaz, anî ziman ku dema karê otopsiyê gardiyanek di telefonê de got "Midûrê min ez çi bêjim, çi bikim? û ji midûrê girtîgehê ferman digirt û wiha got: "Dozger jî xwest ser bûyerê bigire. Di raporê de diyar dike ku 'Rastî şopa darvekirinê nehatiye'. Lê dozger jî ji me re got biçin malên xwe, kurê we întîhar kiriye. Hê otopsî nehatibû ji me re wisa gotin. Xwestin ser bûyerê bigirin. Ez heta dawî dest ji vê dozê bernadim. Divê ez vê dozê ronî bikim."
DAYIKA KAÇMAZ: DESTÊ MIN WÊ DI QIRIKA WAN DE BE
Birayê Kaçmaz Yaser Kaçmaz, jî anî ziman ku şopa lêdanê li ser bedena wî hebû û birayê wî bi lêdanê hatiye kuştin.
Dayika Kaçmaz Kiyafet Kaçmaz jî anî ziman ku wan kurê wê kuştine û wiha got: "Ez dest ji vê dozê bernadim. Destê min wê her dem di qirika wan de be. Êşa min giran e. Ez dest ji vê dozê bernadim."