Malbata gêrîla Êrîş û Andok mînaka xwînê dan

Malbata gêrîla Êrîş û Andok mînaka xwînê dan

Malbatên gêrîla Cengîz Ozek û Ramazan Yilmaz ku li dijî midûriyeta polîsan ya Pinarbaşiyê çalakî li dar xistibûn duh hatin Enqereyê û seri li Saziya Tipa Edlî dan. Malbatan pişti serî li saziya Tipa Edlî dan, ji bo naskirina zarokên xwe mînaka xwînê dan.

Malbatên gêrîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) û Ramazan Yilmaz(Andok Farqîn) ku 26'ê Gulanê li dijî midûriyeta polîsan ya Pinarbaşiya Qeyseriyê çalakî li dar xistibûn seri li saziya Tipa Edli dan û ji bo naskirina zarokên xwe mînaka xwînê dan. Bavê gêrîla Êrîş Nevzat Ozek, xalê wî Enver Bulut û nûnerên MEYA-DER'a Geverê û dayîka gêrîla Andok Zînê Yilmaz û Parlementerên BDP'ê Pervin Buldan û Adil Kurt bi hevre çûn saziya Tipa Edlî. Li ber deriyê saziya Tipa Edli ya Enqereyê Wekîla Seroka Koma BDP'e Pervin Buldan, diyar kir ku cenaze perçe bûne ji ber ku perçe bûne nayê zanîn ku kijan perçe aydî kê ye. Buldan, da zanîn ku ji ber cenaze nayê naskirin dê testa DNA'yê bê kirin. Buldan, anî ziman ku piştî test bi encam bibe dê cenazeyan bidin malbatan.

Malbatan diyar kirin ku cenazeyê zarokên wan piştî bûyerê hatiye perçekirin.