Malbata Şenyaşar: Wê yeko yeko werin darizandin!
Malbata Şenyaşar a ku xizmên wan hatibûn qetilkirin diyar kir dema ku desthilatdarî biguhere kesên li pişt Erdogan xwe vedişêrin wê yeko yeko werin darizandin.
Malbata Şenyaşar a ku xizmên wan hatibûn qetilkirin diyar kir dema ku desthilatdarî biguhere kesên li pişt Erdogan xwe vedişêrin wê yeko yeko werin darizandin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kiribûn.
Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de dest bi çalakiya xwe kiribûn lê ji ber erdhejê 15 rojan çalakî dabûn destpêkirin. Malbatê di 20’ê Sibatê de dîsa dest bi çalakiya xwe kir.
Di roja 702’emîn a Nobeta Edaletê de malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam weşand: “Kesên ku bi bikaranîna hêza siyasî sûcê mirovayetiyê kirine, wê ji bîra civakê neçin. Niha peywira me ev e ku em tiştekî nedin jibîrkirin. Dema ku desthilatdariya siyasî biguhere, wê dadgehên serbixwe kesên ku xwe li pişt Erdogan veşartine, yeko yeko bidarizîne.”