Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye

Malbata Şenyaşar, Nobeda xwe ya Edaletê ya nêzî salekê ye li pêşiya Edliyeya Rihayê bênavber didomand veguhast pêşiya Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê.

Malbata Şenyaşar, di saetên zû yên serê sibehê de hat ber avahiya dadgehê û ev pankarta "2 zarok û hevjînê min li nexweşxaneyê kuştin! Kesek jî girtî tuneye. Bi fermana serdestan kurekî min 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Ji bo kurê xwe bi lezgînî berdanê dixwazim! #JiMalbataŞenyaşarReEdalet ji bo herkesî edalet! (#ŞenyaşarAilesineAdalet Herkes için adalet!)” vekir û bi tevlîbûna parêzer Bulent Dûran daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de Ferît Şenyaşar axivî û ev tişt got: "Êriş li kargeha me hat kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me b hovîtî hatin kuştin. Ji ber ku yê kuşt parlamenterê desthilatê ye daraz pêk nehat. Komkujî ne bes bû birayê (Fadil Şenyaşar) me jî 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Biryar niha li Dadgeha Îstînafê ye. Bi dayika xwe re em ê îro nobeda xwe li vir bidomînin. Em ê daxwaz bikin ku bi heyeta ku li biryarê binêre re hevdîtin bikin. Em ê neheqiya ku hatiye kirin vebêjin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî daxuyaniyê malbat ji bo ku daxwaznameya îtîrazê ya ji bo berdana Fadil Şenyaşar bide Serokatiya Daîreya Cezaya Îstinafa Duyemîn a Herêma Dîlokê bi Parêzer Bulent Dûran re derbasî avahiya Dadgeha Edliyeya Herêmê û Îdareyê ya Dîlokê bû.