Lîsteyên hilbijêran hatin daxistin
Lîsteyên hilbijêran ên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê hatibûn daliqandin hatin daxistin û dema îtîrazê jî bi dawî bû.
Lîsteyên hilbijêran ên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê hatibûn daliqandin hatin daxistin û dema îtîrazê jî bi dawî bû.
Lîsteyên hilbijêran ên Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 28’an ku ji bo nûkirinê hatibin daliqandin, hatin daxistin.
Li gor bernameya hilbijartinê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku wê di 14’ê Gulanê de bên kirin, lîsteyên hilbijêran di 20’ê Adarê de li muxtariyan hatibûn daliqandin. Lîsteyên hilbijêran di saet 17:00’an de hatin daxistin û dema îtîrazê jî bi dawî bû.
Dema serlêdana hilbijêrên nexweş û astengdar ên ji bo sindoqên seyar jî, bi dawî bû.