DEM Partiyê bertek nîşanî biryara derbarê CHP’ê de da

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku biryara "butlana teqez" ya derbarê CHP’ê de, di şêweyê destwerdana li siyaseta demokratîk de ye û zirarê dide hewldanên aştiya civakî û demokratîkbûnê

Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya DEM Partiyê, bertek nîşanî biryara "butlana teqez" a ku derbarê CHP’ê de hatibû dayîn, da. Di daxuyaniya DEM Partiyê de ev îfade cih girtin: Biryara butlana teqez a li ser CHP’ê, parçeyekî operasyoneke zexta siyasî û ferasetekê ye ku bi hiqûq û dadê re li hev nayê û dixwaze bi destê darazê siyasetê bisêwirîne.

Weke DEM Parti, weke mîna rabirdûyê, îro jî em li aliyê demokrasî û hiqûqê ne. Rêgez û prensîba bingehîn a têkoşîna me ya bi dehan salan ew e ku em li dijî êrîşên li ser siyaseta demokratîk, li cem îradeya gel bin.

Di vê serdemê dîrokî de ku hewldanên dabînkirina aştiya civakî zêde bûne, di demekê de ku rêyên gihandina dewlet û Komarê bi demokrasiya rastîn gengaz in, biryara butlana teqez tenê bêbaweriya li hemberî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mezin dike. Ev pêkanînên ku di nava civakê de dabeşbûnê zêde dikin û aştiya navxweyî xira dikin, krîza baweriyê kûrtir dikin.

Ev biryara ku tam di rûniştina li ber pêngavên sererastkirinên qanûnî de hatiye girtin, hewldanek e ku dixwaze zirarê bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Mesele, meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Divê demildest dawî li van pêkanînên der-hiqûqî û der-dadî bê anîn.

Weke DEM Parti; em li gel û mil bi milê bi mîlyonan welatiyên xwe ne ku bawer dikin ev welat dikare bi demokrasiyê bêhnê bistîne, hesreta dadê dikşînin û ji bo nirxên demokratîk têdikoşin.