Lijneya Giştî ya HDK’ê di roja duyemîn de didome

Lijneya Giştî ya HDK’ê di roja duyemîn de didome

Di 2'yemîn Lijneya Giştî ya HDK'ê de hate diyarkirin ku HDK ruyê rojavayê yê "Kurdistanê" ye û di heman demê de "Kurdistan" rûyê rojavayê ye. Armanca HDK'ê ya serdema nû bi girseyê re bigihin hev.

2'yemîn Kongreya HDK'ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) li Navenda Çandê ya Kocatepe ya Enqereyê berdewam dike.

Di kongreyê de rapora xebatan ji aliyê Şamîl Altan ve hate xwendin û hate diyarkirin ku HDK li 40 bajaran di asta "meclîsên bajar", li 11 bajaran "rêveberitiya bajar" û li 3 bajar û hinek navçeyan jî weke "meclîsên navçeyan" xwe bi rêxistin kir û armanca HDK'ê bi girseyê bigihin hev e.

Di raporê de hate diyarkirin ku li 40 bajaran xebatên rêxistinbûnê pêk tên û di kongreya borî de ev hejmar 34 bû û wiha hate gotin: "Me xebatên xwe yên rêxistinbûnê di asta bajaran de ji sedî 60 zêde kirin. Li 14 bajaran xebatên me yên rêxistinbûnê didomin. Li 13 bajaran jî xebatên me tune ne. Bajarên weke Çankiri, Gumuşhane, Burdur, Yozgat, Karabuk, Bayburt, Agirî, Îdîr, Çewlîj, Wan, Colemêrg, Şirnex û Kîlîsê xebat tune ne. Li van bajaran delege hene lê meclîs tune ne." Di raporê de ji ber xebatên ciwan û jinan rexnedayîn hate kirin.

'HDK RÛYÊ ROJAVAYÊ YÊ BERÊ XWE DIDE KURDISTANÊ YE'

Di raporê de hate bilêvkirin ku HDK'ê di qada ked û ekolojiyê de 33 komîsyon ava kirin û wiha hate destnîşankirin: "Ligeli bajarên tevgera azadiya kurd lê birêxistîn meclîsên me hebin û li heke bajaran jî hewildanên me hebûn hêj xebatên em dixwazin pêk nehatin e. HDK rûyê rojavayê yê berê xwe dide Kurdistanê ye û Kurdistan jî rûyê berê xwe dide rojavayê ye. Ev yekê têkoşîna hevpar a gelan e."

HDP DÊ RÊXISTINBÛNA XWE BI LEZ BIKE

Di raporê de hate diyarkirin ku HDP dê xebatên xwe yên rêxistinbûnê yên têra tevlî hilbijartinan bibe bike û wiha hate gotin: "Ev yek tê wateya li 41 bajaran 'rêxistinên bajaran' li navçeyên van bajaran jî ji 1/3 'rêxistinên navçeyan' û ji nîvî zêde jî 'rêxistinên bajarokan' bên avakirin. Ev yek tê wateya heta meha adarê pêk bê. Ji ber vê yekê HDK li hemû bajar û navçeyan divê xebatên wisa bide destpêkirin û gavên guncaw biavêje."

Piştî xwendina raporê kongre bi axaftina delegeyan a li ser raporê didome.