Lijneya Dîsîplîna BDP’ê biryara xwe da: Çekîn hate îxrac kirin

Lijneya Dîsîplîna BDP’ê biryara xwe da: Çekîn hate îxrac kirin

Serokatiya Lijneya Dîsîplînê a Navenda Giştî ya BDP’ê li ser îdiayên îstismara zayendî a li Sêrtê rûda, bi awayekî awarte kombû û biryara îxrackirina Ebdulletîf Çekîn da.

Serokatiya Lijneya Dîsîplînê a Navenda Giştî ya BDP’ê ji ber îdiayên îstismara zayendî a Sêrtê rû dan, bi awayek awarte kombû. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn û hate gotin; “Alîkarê Şaredarê Sêrtê Ebdulletîf Çekîn ji ber îdiayên îstismara zayendî a lihemberi du zarokên keç ên 13 û 17 salî bidaxwaza îxrac kirinê veguhestine lijneya me, lijneya dîsîplînê a me bi awayek awarte kombû û di encama civînê de, li gorî pêwîstiyên Rêziknameya Partiya BDP’ê derbarê kesê mijara gotinê biryara îxracê hatiye dayîn. Ji vir û şûnde çi têkiliya kesê mijara gotinê, di aliyê rêxistinî, hiqûqî û şexsî li gel partiyê nemaye. Bihurmet ji rayagiştî re radigihînî.”