Lîderê YNK’ê bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Ereb
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ji bo serokatiya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Ereb hate hilbijartin.
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ji bo serokatiya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Ereb hate hilbijartin.
Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Welatên Erebî ku di 27’ê Tebaxê de li Silêmaniyê destpê kiribû, di roja çaran de bi dawî bû.
Di kongreyê gelek panel, dîdar û guftugo li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn, herêmê, guhertinên li herêmê û pirsgirêka Kurdan hatin lidarxistin.
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî weke serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî hate hilbijartin.
Bafil Talebanî di roja dawî de peyamek da û got, “Serokatiya hevpeymanê erkek mezin e, fikra Mam Celal wê her tim rêberiya me bike. Em ê ji bo yekitî, reform û edaletê bixebitin.”