Li Zîndana Tebrîz 5 girtiyên siyasî yên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
Li Zîndana Tebrîz 5 girtiyên siyasî yên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
Li Zîndana Tebrîz 5 girtiyên siyasî yên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
Bêmafî, êşkence û zextên karbidestên Îranê yên li ser girtiyên siyasî û çalakvanên siyasî her roja ku diçe zêde dibe. Lewma 5 girtiyên siyasî yên Kurd li Zîndana Tebrîzê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, navê girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine ev in: Mehmud Fezlî, Ayetullah Bîglu, Letîf Hesenî, Behbud Qelîzade û Şehram Radmhr e.
Li gorî malpera Herane, girtiyan ji ber bi awayekî dij-huqûqî 9 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Her wiha tê gotin ku di nameya girtiyan daye karbidestên zîndanê de tê gotin ku heya mafên wan yên qanûnî û rawestandina cezayê li ser wan neyê rakirin dest ji greva birçîbûnê bernadin.