Li Yukselê roja 291'an: Em ê hevalên xwe ji wir bigrin

Di roja 291 a çalakiya 'em karê xwe dixwazin' de, Alev Şahîn nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da û wiha got: "Ji ber ku di aliyê îdeolojiyê de bê hêzin ji ber wê êrîş dikin. Ji ber ku man di bin greva birçîbûnê ya Nûriye û Semîh a bimaf de, êrîş dikin"

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça kete roja 191'an û ji bo piştgirî dayîna wan, kedkarên ku ji kar hatine avêtin ku dest bi çalakiya 'em karên xwe dixwazin' di roja 271'an de ye. Di çalakiya îro de Endazyar Alev Şahîn ku bi BHQ (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de) ji kar hatibû avêtin û bi mehan li Duzceyê li ber xwe dide beşdar bû. Çalakgeran li Kolana Konûr li hev civiyan û xwestin li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan a li Rêya Yukselê daxuyanî bidin. Çalakgeran pankartên 'Çalakiya Nûriye û Semîh di roja 171 de ye, bila Nûriye û Semih vegerin ser kar û 'Nazîfe Onay bila were berdan' vekirin û dirûşmeyên 'Bijî berxwedana greva birçîbûnê' û 'Bila Nûriye û Semîh vegerin ser kar' hatin berzkirin.

'EM Ê HEVALÊN XWE BIGRIN'

Şahîn bertek nîşanî mudaxeleya polîsan kir û diyar kir ku Rewşa Awarte nas nakin û got: "Gulmen û Ozakça ji bo ku carek din vegerin kar bi mehane tenê av û şekir digrin. Greva birçîbûnê di rewşek xirab deye. Ji ber ku di aliyê îdeolojiyê de bê hêzin ji ber wê êrîş dikin. Ji ber ku man di bin greva birçîbûnê ya Nûriye û Semîh a bimaf de, êrîş dikin. Heta ku ew êrîş bikin em ê li ber xwe bidin. Em ê hevalên xwe ji wir bigrin."