Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike
Li Yalovayê di opreasyona li dijî DAÎŞ'ê de şer qewimî. Hate ragihandin ku 7 polîs birîndar bûne. Rayedarên Tirk diyar kirin ku şer dewam dike.
Li Yalovayê di opreasyona li dijî DAÎŞ'ê de şer qewimî. Hate ragihandin ku 7 polîs birîndar bûne. Rayedarên Tirk diyar kirin ku şer dewam dike.
Li Yalovayê îro di danê sibehê de li dijî DAÎŞ'ê operasyon hate kirin. Hat zanîn ku di dema operasyonê de şer derket. Di pevçûnê de 7 polîs birîndar bûn û bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yalovayê.
Walîtiya Yalovayê jî têkildarî şer daxuyanî da û got operasyona wan didome.