NÛ BÛ-Li Xurmatu teqîn: 25 kes mirin, 53 kes birîndar bû
Li Xurmatuya Başûrê Kurdistanê li Taxa Askerî wesayiteke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de heta li gor agahiyan 25 kes mirin û nêzî 53 kesî birîndar bûye.
Li Xurmatuya Başûrê Kurdistanê li Taxa Askerî wesayiteke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de heta li gor agahiyan 25 kes mirin û nêzî 53 kesî birîndar bûye.
Li Xurmatu ya Başûrê Kurdistanê li Taxa Askerî li nêzî mizgefeta Şûheda wesayiteke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de heta li gor agahiyan 17 kes mirin û nêzî 98 kesî birîndar bûye.
Li Xurmatu ya bi ser Selehedînê ve wesayiteke bombebarkirî hate teqandin. Teqîn li nêzî Bazar Fêkî ya Taxa Askerî, li nêzî mizgefta Şûheda pêk hat.
teqîna ku li gorî saeta herêmî saet 15:40'an de pêk hat hê kesê negirtiye ser xwe. Hat ragihandin ku piraniya di teqînê de mirîn û birîndar bûne Tirkmen û Ereb in. Hat diyarkirin ku di teqînê de çend endamên Heşdî Şebî jî mirine.
Berdevkê Heşdî Şebî yê eniya bakûrê Xurmatu Seîd Elî Haşimî destnîşan kir ku êrîş bi wesayîteke mezin pêk hatiye û teqînek mezin çêbûye, ziyanekî mezin jî çêbûye.
Heta niha kesê êrîş negirtiye ser xwe.