Li Wanê û Izmîrê nobet didome: Malbatên girtî biryardar in
Nobeta malbatên girtiyan li Wan û Izmîrê didome. Malbatan destnîşankirin li girtîgehan zilm tê kirin û ew biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin.
Nobeta malbatên girtiyan li Wan û Izmîrê didome. Malbatan destnîşankirin li girtîgehan zilm tê kirin û ew biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin.
IZMÎR
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Îzmîrê di roja 33’yemîn de berdewam dike û malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam dike. Rêveberên Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Îzmîrê û rêveberên HDP’ê serdana nobedê kirin. Malbatên girtiyan ên nobedê digirin xwestin daxwaz û fîxana wan bê bihîstin.
‘KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ’
Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkun Ustercî di serdanê de axivî û têkildarî serlêdanên girtiyên ji hepsê derdikevin ku bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane agahî parve kirin. Ustercî destnîşan kir ku girtî bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû dimînin û li gel binpêkirina mafên tenduristiyê îşkence jî li girtiyan tê kirin û îktidar ji bo girtiyên nexweş û tevahiya girtiyan tu gavekî navêje. Ustercî anî ziman ku Saziya Tiba Edlî li gorî pîvanên zanistê raporan nade girtiyan û biryar û raporên redkarî ku Saziya Tiba Edlî didin girtiyan nayê qebûlkirin. Ustercî destnîşan kir ku ew piştevaniya Nobeda Edaletê dikin û got: “Ji bo girtiyên nexweş êdî kêr gihîştiye hestî.”
Endama TÎHV’ê Dr. Habîbe Guneş û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Alîagaya Îzmîrê jî axivîn û piştevaniya xwe ya ji bo malbatan anîn ziman û banga xwedî derketina nobedê kirin.
WAN
Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun a ku serdana Nobeda Edaletê kir bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwest Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bicih bîne.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 103’yemîn de berdewam dike. Îro malbatên girtiyan Hanim Dînç, Şefîka EKÎNCÎ, Zeynep Dayana, Azîz Altûn, Sîbel Îşlyen, Nurî Çîçek nobedê berdewam kirin. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ebexê, rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Erdîşê, rêveberên rêxistina Partiya Kesk û Çep a Pêşerojê ya Navçeya Erdîşê, Dayikên Aştiyê û endam3en Komeleya Lêkolînan a Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsa serdana nobedê kirin.
Hevserokê HDP’a Ebexê Adil Salazer bal kişand ser girîngiya nobeda edaletê û got: “Bi hezaran ciwanên kurd û siyasetmedarên wan girtî ne. Divê em qîrîna wan bibihîzin. Heke em li dijî vê berteka xwe neyinin ziman dê bi hezaran kesên din jî bên girtin.”
Muzeyyen Butun li ser navê Dayikê Aştiyê axivî û destnîşan kir ku ew ji bo girtiyan edalet û azadiyê dixwazin û got: “Em gazî Wezîrê Dadê û Serokkomar dikin; Wezareta Dadê ji girtîgeha berpirsiyar e. Dengê dayikan bibihîzin. Berpirsiyarî û wezîfeya xwe bicih bînin. Girtîgeh tije girtiyên nexweş in û tedawiya wan nayê kirin. Em ji bo wan edaletê dixwazin. Em jiyanek birûmet dixwazin.”
Şefîka Ekîncî ya dayika Mert Ekîncî yê li Girtîgeha Wanê girtî ye bertek nîşanî polîtîkayên li dijî girtiyan tên kirin da û got: “Li girtîgehan zilm heye. Mafên girtiyan nadin wan. Heta ku mafên girtiyan bidin wan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”