Li Wanê qedexe dîsa hate dirêjkirin

Walîtiya Wanê qedexeya sîstematîk û kêfî ya li bajêr ku 1877 roj in didome, careke din dirêj kir.

Li Wanê 1877 roj in lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Lê çalakiyên AKP’ê ne qedexe ne.

Ji 21’ê Tîrmeha 2016’an dema ku Rewşa Awarte hatiye îlankirin û heta niha qedexeyên kêfî didome.

Walîtiya Wanê bi awayekî otomatîk qedexe 15 rojên din dirêj kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji 14’ê Çileyê heta 28’ê Çileyê meş, xwepêşandan, mîtîng, vegirtina konan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.