Li Wan û Kirikhan cinayetên karkeran
Li Wan û Kirikhan cinayetên karkeran
Li Wan û Kirikhan cinayetên karkeran
Li Wanê karkerê bi navê Tellî Yaran ê li ser banê avahiyên TOKÎ bêyî tedbîrek hebe dixebitî ji qata 9’an ket û jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Kirikhan a Hatayê jî karkerê li fabrîkayekê dixebitî ji devereke jor ket erdê jiyana xwe ji dest da.
DI AVAHIYA TOKÎ DE JIYANA XWE JI DEST DA
Tellî Yaran ê di înşaetên TOKÎ yên li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya Îpekyolu dixebitî ji qata nehan ket erdê, jiyana xwe ji dest da.
Karkerê bi navê Mehmet Barig ê bi Yaran ê bavê 2 zarokan re kar dikir got, “Me qalib qedandibû. Dema paşpaşî kelûpel bi cih dikir, pişt xwe nedît. Li betona perde aliqî û ket jêr.” Barig, diyar kir ku divê li deverên bi tehlûke, karker kemera ewlehiyê kar bikin lê belê karsaz van pêwîstiyan bi cih nayîne.”
Karkerên ku di şîrketa taşeron a bi navê Ral Yapi de kar dikin, li ser cenazeyê hevalê xwe rondik barandin. Piştî bi saetan ekîbên Lêkolîna Cihê Bûyerê, hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Piştî lêkolînan cenazeyê Yaran kirin wesayîta cenazeyan û rakirin morga Saziya Tiba Edlî..
LI KIRIKHANÊ JÎ KARKEREKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Li navçeya Kirikhan a Hatayê jî karkerê bi navê Înayet Yilmaz (58) ku di fabrîkayê de dixebitî ji jor ket ser betonê û jiyana xwe ji dest da. Ekîbên Servîsa Lezgîn 112 ên hatin cihê bûyerê Yilmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhan, lê belê Yilmaz tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin. Cenazeyên Yilmaz rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhan.