Li Wan, Qers û Misircê 23 kes hatin binçavkirin
Li Wan, Qers û Misircê 23 kes hatin binçavkirin
Li Wan, Qers û Misircê 23 kes hatin binçavkirin
Li navçeyên Qelqelî û Saray ên Wanê di serdegirtinên malan de rêveberên BDP'ê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Li Qersê jî 6 xwendekar bi giştî 7 kes hatin binçav kirin. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin. Tîmên taybet jî tev li serdegirtinan bûn û sedema serde girtinê nehat zanîn.
Di saetên serê sibê de li navçeyên Qelqelî û Sarayê yên Wanê tîmên taybet û leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Rêyên ketin û derketia gundan ji aliyê leşker û polîsan ve hatin girtin û di malan de lêgerîn pêkhatin. Li gundê Yamanyurd ê yê navçeya Sarayê di serdegirtina malan de Ehmed Çalişkan û Zafer Çalişkan û li gundê Orenburç jî di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Atakain Kaplan hat binçavkirin. Hat hînbûn ku yên girtin bin çavan birin navçeya Saray ê. Li gelek gundên navçeya Qelqeliyê jî ji aliyê tîmên taybet û leşkeran ve li ser gelek malan de hatin girtin. Li gundê Molahasan yê girêdayî navçeyê Ayhan Kiliç, li gundê Altinboga Turan Sarigul, li gundê Çubuqlu rêveberê BDP'ê Mehmud Bedir, li gundê Egribelen Cengiz Yilmaz, li gundê Seydibey Halîm Sagdiç û li Wanê jî endamê Meclisa Şaredariya Qelqeliyê Seyîtxan Şahîn hatin binçavkirin. Yên ku girtin binçavan birin qereqola cendermeyan ya Qelqeliyê. Operason bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hat li darxistin. Bi sedan welatiyên ku ji operasyonê agahdarbûn li ber derê Adilyeya Qelqeliyê kombûn.
LI QERSÊ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Qersê jî di saetên serê sibê de bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Qefqasyayê û yurda Hasan Harakani ya Qersê KYK'ê de girtin. Herî kêm 6 xwendekar girtin binçavan. Yên ku girtin binçavan birin Şaxa TEM ya Midûryeta polîsan a Qersê. Bi îdiaya ku Di 6'ê kanunê de li navçeya Gevera Colemêrgê Ap û birazî Reşîd Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr yên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Li Qersê meşek protestoyî pêkhatibû û di navbera girseyê û polîsan de pefçûn derketibû. Li aliyê dinê di serde girtina malan de welatiyekîdinê jî hat binçavkirin. Yên ku hatin binçavkirin xwendekarên bi navê Ramazan Ozer, Ozgun Yemez, Ramazan Altin, Mesut Yurtsever, Abdurahnan Dag, Osman Kaya û welatiyê bi navê Remzî Erol.
Berî niha jî bi heman hincetê di serde girtinan de 35 xwendekar girtibûn bin çavan û ji wan 11 jê jî girtibûn.
Li navçeya Misirc a Sêrtê jî li taxên Yayikdere, Sumer û Baxçelîevlerê bi awayekî hevdem serdegirtin pêk hatin.
Di serde girtina malan de Dogan Gunbey,Zahît Karakuş, Halîl Îbrahîm Yilmaz, Halît çîçek, Abdulkadîr Çîçek û Omer Tukran hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku biryar girtina welatiyê bi navê Firat Gunbey jî heye.
Her wiha di heman çarçoveya lêpirsînê de Onur Çelik ji mala xwe ya li Manîsayê hat binçvkirin.