Li Viyanayê ji bo Şengal û Kobanê çalakiyeke enternasyonal

Li Viyanayê ji bo Şengal û Kobanê çalakiyeke enternasyonal

Çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re li tevahiya bajarên Ewropayê berdewam dikin. Li paytexta Awusturya Viyanayê çalakiyek bi armanca piştgiriya bi Kobanê û Şengalê re hate lidarxistin.

Di çarçoveya ‘Ji bo Piştgiriya Enternasyonal tu jî Rabe ser Piyan” ku çalakiyek bi armanca piştgiriya bi Kobanê û Şengalê re li Viyanaya paytexta Awusturyayê pêk hat.

Çalakî bi hevkariya Baskên Ciwanan ên Partiya Sosyal Demokrat a Awusturya (Genaration SPO Junge), Feykom (Federasyona Komeleyên Kurdan ên Awusturyayê), Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK), Avesta (Komeleya Jinên Kurd) û PYD’ê hate lidarxistin.

Çalakiya li herêma yekemîn a Qada Operayê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên Awusturyayî, nûnerên sazî û rêxistinên sivîl pêk hat. Parlamenterên xwedî bandor ên Parlamentoya Awusturyayê jî beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê (SPO) Andreas Shieder, Seroka Komîsyona Tendurîstî û Civakî ya SPO Sonja Wehsely û Parlamentera SPO Tanja Wehsly tevlî çalakiyê bûn û destek dan.

Di çalakiyê de li ser navê saziyên Kurdan Şîlan Kayan axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya rêveberiya xweser a Kurdan a li Rojava û berxwedana bêhempa ya Kobanê. Kayan destnîşan kir ku DAIŞ ne tenê êrîşî Kurdan dike û got: “DAIŞ ne tenê ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê û ji bo Ewropayê jî xeter e.”

Serokê Koma SPO Andreas Schieder diyar kir ku ev çend hefte ne ew tiştên diqewimin dibînin û dişopînin.

Schieder got: “Polîtîkaya Awusturyayê jî wiha ye. Her tim nikare bibe temaşevan. Em jî li vir bi armanca bi Kobanê re û ji bo şermezarkirina terora DAIŞ’ê tevlî vê çalakiyê bûne” û wiha domand: “Weke Şîlan Kayan ku li ser navê saziyên Kurdan axivî û got ‘DAIŞ ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê xeter e. Ji ber vê jî wê sibe heyetek biçe herêmê (Sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê). Em ê li wir bi nûnerên saziyan re hevdîtin bikin. Em bûyeran bi awayek nêzîk bişopînin û piştre binirxînin.”

Schieder bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku hebûna navê PKK’ê di  lîsteya terorê de ziyanê dide pêvajoya çareseriyê. Schider wiha got: “Divê amadekariyên demkurt û demdirêj bêne kirin. Ev demeke dirêj e pirsgirêka Kurd heye û pêvajoyeke çareseriyê hatiye. Li gel vê jî, hîna jî navê PKK’ê di lîsteya terorê de ye. Heta navê PKK’ê di vê lîsteyê de hebe ev hevdîtinên aştiyê jî nameşin. Ji bo hevdîtinên baş meşandin divê navê PKK ji lîsta terorê bê derxistin.”

Di mîtîngê de peyama piştevaniyê ya ku ji Swêdê hatibû hate xwendin û li Swêdê jî di heman saetê de çalakî hate lidarxistin.