Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

Hêzên Îranê li Urmiyeyê, mamosteya Kurd Forûzan Îslamî bêyî biryara dadgehê binçav kir. Hat ragihandin ku aqûbeta wê nayê zanîn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, derbarê binçavkirina jinek Kurd de agahî parve kir.

Li gorî nûçeyê, jina Kurd a bi navê Forûzan Îslamî ku mamosteya zimanê Ingilîzî û berpirsa Akademiya Ziman a “Newcewan” a li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birîn.

Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî ku tu biryareke dadgehê hebe bi ser mala Forûzan Îslamî de girtine û ew revandine. Heya niha derbarê cih û rewşa tenduristiya wê tu agahî nehatine bidestxistin.

Hat diyarkirin ku Forûzan Îslamî di warê perwerdehiya zimanê Ingilîzî de xebatên aktîf meşandine û weke kesayetiyeke naskirî ya Kurd li Ûrmiyeyê tê naskirin.