Çalakiyên Kurdan ên li Ewropayê Ewropayê yên ku bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên girtiyên kurd didomin. Li bajarê Ulm a Almanyayê û paytexta London a Îngîlîstanê çalakî pêk hatin.
Li bajarê Ulm a Almanyayê bi armanca balê bikişînin ser grevê birçibûnê meş pêk hat. Kurd û tirkên li Ulmê dijîn li ber Ulm Einsteinhaus hatin cem hev û nêzî 500 kesî tevlî bûn. Çalakvanan di nav bajar de kefen li xwe kirin û dirûşimên ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’, ‘Daxwazên girtiyan daxwazên me ne’, ‘Ji komkujiyên Kurdistanê re êdî bese’ qêriyan.
Piştî meşa bi hevkariya Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM), AGIF, ATIF û ADHS piştî mîtîng pêk hat. Di mîtîngê de ji bo kesê di grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyeyê û cîhanê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin.
Organîzatoran diyar kirin ku di hefteyên pêş de jî dê bi awayekî rêk û pêk çalakiyên wan bidomin. Her roj saet di 18.00’an de bi armanca balê bikişînin ser girevên birçîbûnê li Hîrschstr çalakî dê bên lidarxistin.
LI LONDONÊ ÇALAKIYA BI BALON
Li paytexta Îngîlîstan Londonê bi armanca balê bikişînin ser grevan çalakî pêk hat. Duh saet di 14.00’an d, di roja 60’an a grevê de li ber Îstayona Lîverpoolê bi 60 balonên reş çalakî hat pêkanîn.
Ciwanên kurd ji mala gel ya herêma Dalston heta ber îstasyona Lîverpool meşiyan. Ji bo grevên birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin û ciwanên kurd di heman demê de ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kir.
Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên ‘Terorîst Tirkiye’, ‘ji komkujiyan re êdî bese’ hatin qêrîn û hate xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.