Li TUYAP’ê parêznameyên 'Xweseriya Demokartîk' hatin nîqaşkirin

Li TUYAP’ê parêznameyên 'Xweseriya Demokartîk' hatin nîqaşkirin

Doç. Dr Nazan Ustundag di panela bi navê ‘Xweseriya Demokartîk’ ku di heman de navê pirtûka ku ji weşanên Aramê derketiye de axivî û wiha got: “Darizandina KCK’ê darizandina pratîkên rojane ne.” Prof Dr Erol Katircioglu jî got ku pêşîlêvekirinên AKP’ê di esasa xwe de ew bû ku pêşiya daxwazeke din a kurdan bigire.

3 ’emîn Fuara Pirûkan a Amedê bi panela ku weşanxaneya Aramê ya bi navê ‘Xweseriya DemokratÎk’ ku heman demê navê pirtûka wan e, bi dawî bû. Moderatora panelê cigira hevseroka BDP’ê Prz Meral Daniş Beştaş bû. Alîkar Doç Dr Nazan Ustundag axivî û spasiyên xwe pêşkêşî weşanên Aram ku parêzname kirine kirine pirtûk, kir. Ustundag wiha pê de çû: “Pirtûk di pêvajoya têkoşîna azadiyê de dê di arşîva parêzmaneyê de cihê xwe bigire. Sedsala 20’an sedsala karesatan bûbû. Di esasa xwe bûyerên wisa her tim di dîrokê de hebûn. Tiştên ku kurd, ermenî, êzîdiyan jiya bi trajediyên Dêrsîmê û girtîha Amedê re heman tişt e. Ev hemû ji bo ku daxwaza azadiyê were binpêkirin tên pêkanîn. Felsefeya pirtûka Xweseriya Demokratîk û pratîka jiyana rojane hatiye ba hev. Doza KCK’ê jî darizandina pratîkên rojane ne.”

PÊŞÎLÊVEKIRINA JI BO PÊŞÎGIRTANA DAXWAZAN

Panelîst Prof Dr Erol Katircioglu jî destnîşan kir ku krîza 2008’an ne tenê krîza aborî ye, pêvajoyeke ku dê civak çawa bijî diyar dike. Katircioglu wiha pê de çû: “Pêla globaliyê dînamîkên netewî dirizîne û dînamîkên derveyî netewê zêdetir derdixe pêş. Vê yekê jî rê li ber krîzê vekr. Globaliyê çandên cuda şiband hev û homojen kir. Vê yekê jî pirsgirêka nasnameyan derxist holê. Li demokrasiyên lîberal tevlibûna hilbijartinan kêm bûye. Bihara ereban, çalakiyên Wall Street Journal, çalakiyên Yewnanîstanê jî hilberînên heman pêvajoyê ne. Li Tirkiyeyê jî li hemberî tehemul l hemberî demokraiyê tune. Hikûmeta AKP dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike lê ev çareserî li gorî bendewariyên kurdane.”

Meral Daniş Beştaş jî da zanîn ku hikûmet dixwaze ku ‘xeyala civaka demokratîk tune bike’ û ew ji ber çapkirina vê pirtûkê gelek kêfxweşi ku parastinên ku 3 salin li huzura dadgehê hatine kirin tê de cih digire.