Li Tirkiyeyê rêjeya turîstan dadikeve

Li Tirkiyeyê rêjeya turîstan dadikeve

Li gorî daneyên dawî yên li Tirkiyeyê tên weşandin, rêjeya turîstan a li Tirkiyeyê, di çar mehên destpêkê yên sala 2012’ê de li gorî her çar mehên sala 2011’ê ji sedî 6 daketiye. Di vê demê de 5 milyon û 608 turîst hatin Tirkiyeyê.

Ji ber zêdebûna rageşî û pevçûnên li herêmê, rêjeya turîstên Tirkiyeyê her ku diçe kêmtir dibin. Herî zêde, rêjeya turîstên Îranî kêm bûn. Rêjeya turîstên Îranê yên tên Tirkiyeyê li gorî salên din ji sedî 42,3 daket, yên ji Sûriyeyê jî tên ji sedî 31.8 daket. Ev rêjeya Frensiyan jî ji sedî 16, 2 daket.

Welatê ku herî zêde turîstan dişîne Tirkiyeyê Almanya ye. Rêjeya turîstên Alman ên tên Tirkiyeyê jî ji sedî 6,4 daket.

Heta niha rageşiya “Mavî Marmara” ya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de berdewam dike. Di sala 2010 de, di mehên çile-nîsanê de 54 hezar Îsraîlî hatin serdana Tirkiyeyê, di heman dema sala 2011 ji sedî 56.6 kêm bû û tenê 23 hezar û 486 hezar Îsraîlî hatin serdana Tirkiyeyê. Di sala van mehên navborî yên sala 2012 de ev rêje ji sedî ji sedî 24.4 kêm bû tenê 17 hezar û 840 Îsraîlî hatin serdana Tirkiyeyê.