Li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bû 8,5 milyon
Li gorî DÎSK-AR’ê li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bûye 8,5 milyon.
Li gorî DÎSK-AR’ê li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bûye 8,5 milyon.
Li gorî Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Şoreşger (DÎSK-AR) bêkariya pênaseya wê berfireh a di meha Çileyê de bûye 8 milyon û 459 hezar kes. Li gorî beriya şewbê hejmara bêkaran 1,1 milyon zêde bûye. Li gorî daneyan hejmara jinên bêkar ji ya mêran zêdetir e. Di nava salekê de hejmara jinên bêkar 78 hezar zêde bûye û hejmara mêrên bêkar jî 239 hezar kêm bûye.
Li gorî DÎSK-AR’ê 3 milyon û 725 hezar jin û 4 milyon û 727 hezar mêr jî bêkar in.