Li Tekîrdagê greva birçîbûnê ya girtiyan bi dawî bû

Li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an Tekîrdagê ji ber ku rêveberiya girtîgehê soz da wê daxwazên girtiyan were bicihanîn, girtiyên di greva birçîbûnê de çalakiya xwe bi dawî kirin.

Li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an Tekîrdagê di 19'ê Kanûna 2021'an de Vedat Erkmen bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê gardiyanan êriş biribû ser girtiyê bi navê Yasîn Emeç. Bi vê re girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Girtiyên bi navê Ahmet Arîf Yoyler, Habîb Guler, Tûfan Îlbaş, Huseyîn Karadaş û Suleyman Ûcakan di 17'ê Çileya 2022'yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Di 1'ê Sibatê de jî Şahabettîn Ogut, Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Surme, Kutbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî tevlî grevê bûbûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 58'emin de bi dawî bû.

Hat zanîn ku rêveberiya Girtîgeha Tekirdagê bi girtiyan re hevdîtin pêk aniye û diyar kiriye ku dê daxwazên girtiye bînin cih û piştî vê hevdîtinê girtiyan çalakiya xwe bi dawî kirin.