Li Tekîrdagê êşkence li girtiyê siyasî kirin
Li Gritîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 ya Tekîrdagê girtiyê siyasî Yasîn Eneç rastî êşkenceyê hat, çend cihê hestiyê serê wî şkest.
Li Gritîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 ya Tekîrdagê girtiyê siyasî Yasîn Eneç rastî êşkenceyê hat, çend cihê hestiyê serê wî şkest.
Hat zanîn ku gardiyan û leşkeran li Girtîgeha Tekîrdagê li girtî Yasîn Eneç dane û di çend cihê hestiyê serê wî şikandine.
Hate gotin ku Yasîn Eneç ê ji doza PKK’ê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê girtî ye bi êrişa leşker û gardiyanan re rû bi rû maye. Îro hevdîtin li girtîgehê hebû û girtiyan ji malbatên xwe re ragihandine ku Eneç bi êrişê re rû bir û maye.
Li gorî agahiyên ku girtiyan daye malbatên xwe; duh êvarê êriş li hemberî Eneç pêk hatiye û di hestiyê serê wî de şikandin çêbûye. Eneç piştî êrişê rakirine nexweşxaneyê û dîsa anîne girtîgehê û wî xistine hucreya yek kesî.
Girtiyan ragihandiye ku rewşa tendirustiya Eneç nebaş e û xwestine ku rêxistinên mafê mirovan û hiqûqî xwedî li Eneç û girtiyan derkevin.