Li Helebê, Komîteya Parastina Sivîl a girêdayî Desteya Bilind a Kurd, bi armanca parastina taxên ku piraniya wan kurd in, noqteyên kontrolê bihêz kirin.
Piştî ku şer û pevçûn li Helebê zêde bûn, bi hezaran penaberan berê xwe dan taxên Eşerfiyê û Şexmeqsûd ên ku piranî kurd lê dijîn.
Ev yek jî bû sedema ku komîteyên parastinê tedbîrên xwe zêde bikin. Lê tevlî ku komîteya parastina sivîl (asayîş) girêdayî Desteya Bilind a Kurd e û biryar hatiye stendin ku li hemû noqteyên nobedariyê endamên herdu meclîsan (Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurd li Surî ENKS) peywîrê bikin jî, tu hebûna endamên ENKS’ê diyar nake.
Hate diyarkirin ku li derdora taxên kurdan 9 noqteyên kontrolê hene , wê di demên pêş de ev noqte bêne zêdekirin. Li van noqteyan rojê 4 caran nobedarî tê guhertin û her komek nobedariyê ya hemû noqteyan ji 150 kesan pêk tê. Rojê bi giştî jî 600 kes nobedariyê dikin.
Hemû kesên ku nobedariyê dikin jî endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ne. Lê ji ber ku hejmar têrî nake, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî alîkariya asayîşê dikin.