Piştî erdheja ku navenda wê Mereş e, ji gelek cihên Tirkiyeyê gelan gelek alîkarî şandin herêma erdhejê. Hinek ji van alîkariyan ji Taxa Gazî hat ya ku yek ji taxên herî xizan a Stenbolê ye û piraniya nifûsa wê Kurd û Elewî ne.
Piştî erdhejê, 4 rojên destpêkê dewlet neçûbû herêmên erdhej lê qewimî. Di nava van 4 rojan de gelên li Tirkiye û Kurdistanê bi derfetên xwe, xwe organîze kirin û alîkarî şandin herêmên erdhejê. Hinek ji van alîkariyan jî, ji Taxa Gazî ya ku yek ji taxên xizan a Stenbolê ye hate şandin.
DAXWAZA GEL
Dilxwazên alîkariyê diyar kirin ku di demek kurt de bersiva banga gel a alîkariyê hat dayîn û di 3 rojên destpêkê de 31 tir ji Taxa Gazî şandine herêma erdhejê û gotin ku pêdivî bi çi tiştî hebûye, ew hatine komkirin û şandin.
GELEK KESAN KOÇÎ TAXÊ KIR
Dilxwazan destnîşan kirin ku di dawiya 3 rojên destpêkê de, gelek kesan koçî taxê kir û gotin ku piranî malbatên ku xwedî zarok in, hatine taxê. Dilxwazan ragihandin ku hejmara malbatên ku hatine 50 derbas kiriye, yanî herî kêm 250 kes hatine û dan zanîn ku alîkarî hîna dewam dikin. Piraniya kesên koçî taxê kirine jî Kurd, Ereb û Elewî ne.
BAWERÎ BI DEWLETÊ NÎN E
Dilxwazan bilêv kir ku mexdûrên erdhejê yên koç kirine, êdî baweriya wan ji dewletê tune, ew nafikirin ku vegerin û bawerî bi avahiyên ku nû werin çêkirin jî nayînin. Dilxwazên alîkariyê diyar kirin ku çareseriyên mayînde ji aliyê dewletê ve nehatiye kirin û gotin ku gelek kar dikeve ser milê dilxwazên alîkariyê.