Li Taksîmê hezaran got ‘ji mirinê re na çareserî’

Li Taksîmê hezaran got ‘ji mirinê re na çareserî’

Bi hezaran kesên ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk li Tunela Taksîmê hatin cem hev û bi pankartên “Mirinê na çareseriyê dixwazîn” vekirin û ber bi Qada Taksîmê meşiyan. Girseya ku demek dirêj li qadê çalakiya rûniştinê pêkanîn, piştî ku belavbûn polîsan li rêya Îstîklalê êrîşî girseyê kir û bi dehan kes binçavkirin.

KESK, DÎSK, TMMOB Û TTB’ê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li Tunela Taksîmê hatin cem hev. Bi hezaran kesên pankarta “Mirinê na çareseriyê dixwazîn” hilgirtin û bi sloganên “Roja aştiyê dê li Îmraliyê bihelê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Tecrîdê rakin mirinê rawestînin” heya Rawestgeha Tramvaya Taksîmê meşiyan. Çalakvanên ku dowîzên “Zimanê zikmakî dabeş nake tecrîd dabeş dike”, "Zimanê zikmakî dabeş nake tecrit dikuje" hilgirtin, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Cîgira Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan û rêveberên BDP’a Stenbolê tevlîbûn.

Piştî meşa di bin tedbîrên mezin de hate kirin, girseyê li Qada Taksîmê çalakiya rûniştinê pêkanî. Di çalakiya rûniştinê de hûnermendê NÇM bi stranên xwe piştgirî da çalakiyê, endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Dondu Ergîn axaftinek kurt kir. Ergîn şibandinekî “Ger Tirkiye ji bo aştiyê kilît be Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî anaxtare.” Ergîn wiha got: “ Çi derî bê anaxtar venabin. Ji bo xatira xwedê qêrîna me giha esmana êdî me bibîhîzin. Zarokên me 60 rojin di çalakiya birçîbûnê de ne. Dema zarokên me dimirin em naxwazin jiyan bikîn, me jî bikujin.”

‘MIRIN ÇÊDIBIN, PARLEMENTERÊ AKP’Ê LI PEY RANTÊ YE’

Cîgira Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan jî di çalakiyê de axivî û got, ew hatin bibin dengek ji dengê çalakvanên di çalakiya birçîbûnê de. Buldan da diyarkirin ku, ciwanên Kurd yên li girtîgehê bedena xwe dane ber rojiya mirinê, parlementerên AKP’ê li pey rantê ne. Buldan got; “Ger kêmek wijdana Parlementerên Kurd yên AKP’yî heba; dema mirov dimirin ne diçûn bi zagona Şaredariyan ve mijol bibin. Ger kêmek wijdana wan hebûya dê daxuyaniyek daban.” Dema ku Buldan di axivî, polîsan çalakî dirêj dom kir hincet nîşanda û hişyariya mudaxeleyê kir, ev jî bû sedema rageşiyê. Daxuyaniya ku li ser navê hemû saziyan hatî amadekirin Berdevkê demî yê Platforma Şaxên KESK’a Stenbolê Mustefa Turgut ji rayedaran xwest ku pêşiya mirinan bigirin. Turgut got; “ Ji bo mirin çênebin pêwîste Wezareta Edaletê destûrê bide odeya tabîban biçe girtîgehan. Em hatin asta herî krîtîk ya çalakiyên birçîbûnê, lê belê hêjan ti pêngav nehatine avêtin.” Turgut destnîşan kir ku, “ Em weke rêxistinên kedê û pîşeyê em bang li hikumetê dikin ku berpirsyartiya xwe bicih bînin.”

Piştî daxuyaniyê polîsan li rêya Îstîklalê êrîşî girseyê kir û bidehan kes binçavkirin.