Li Swîsreyê bi hezaran ji bo girtiyan meşiyan

Li Swîsreyê bi hezaran ji bo girtiyan meşiyan

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor ya girtiyên Kurd ket roja 60’emîn. Li bajarê Swîsre Baselê bi hezaran Kurd daketinqadan û xwestin daxwazên girtiyan derhal bêne qebûlkirin.

Bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, li bajarê Swîsre Baselê meşek hate lidarxistin. Di saetên danê êvarê de bi hezaran li Claramatteyê li hev kom bûn ku heta Theaterplatzê meşiyan.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, KJB, û PYD’ê hilgirtin. Her wiha pankartên “Daxwazên girtiyan qebûl bikin”, “Ji tecrîdê re na”, “Azadiya Ocalan, azadiya me ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” hatin vekirin.

Her wiha di meşê de dirûşimên “Terorîsst Tirkiye, Bicehinime ji Kurdistanê” hatin qêrîn. Endamên Federasyona Gelên Şoreşger ên Swîsreyê, ÎGÎF, AGÎT, MLKP, Dijberên Şer ên ku 3 rojan greva birçîbûnê pêk anîn jî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de xemsariya hukûmeta AKP’ê û bêdengiya rayagiştîya navneteweyî ya li hemberî greva birçîbûnê hate şermezarkirin. Nunera Maseyê Tirkiyeyê ya Efûya Navneteweyî Maya Heuschman jî axaftinek kir û diyar kir ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin.

Li gel barana dijwar, çalakî bi qasî 4 saetan berdewam kir. Mitîng bi stranên hunermendên Navenda Çandê ya Medê bi dawî bû.