Li Swêdê çalakiya piştevaniya Dayikên Şemiyê
Li Swêdê çalakiya piştevaniya Dayikên Şemiyê
Li Swêdê çalakiya piştevaniya Dayikên Şemiyê
Bi armanca piştevaniya Dayikên Şemiyê yên ji bo hînbûna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin her hefte li ber Lîseya Galatasarayê dicivin, di hefteya 500. de li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek hat lidarxistin.
Jinên Kurd, Tirk û Elewî, di çalakiya xwe ya li Meydana Sergelê de wêneyên windahiyan û qûrnefîlên sor rakirin. Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî saet di 12:00 de li ser pêlikên meydanê rûniştin û dest bi çalakiya xwe kirin. Ji bo ragihandina armanca çalakiya xwe, belavok belav kirin.
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Latîfa Fegan ve hat xwendin. Fegan bibîr xist ku beriya 17 salan, jinên Kurd û Tirk li Meydana Sergel a Stockholmê bi armanca piştgirîdayîna Dayikên Şemiyê çalakiya rûniştinê lidar xistin û destnîşan kir ku di salên 1980-90 de li Tirkiyeyê mafên mirovan bi awayekî rek û pêk hatine binpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê demê de bi hezaran mirov bûne qurbanên kuştinên kiryar nediyar û bi hezaran kes jî di binê çavan de û li stasyonên polîsan hatine windakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dayikên Şemiyê, li gel êrîş û zexta polîs û hêzên ewlekariyê jî, ji bo hînbûna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin, çalakiyên xwe ev 20 sal in dewam dikin.
Parlamentera Partiya Çep a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabavej jî beşdarî çalakiyê bû û destek da lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê. Kakabaveh da xuyakirin ku danê sibê rejîma Îranê, Reyhan Cabbarî (26) ku dihat îdîakirin wezîfedarekî ewlekariyê yê dest avêtiye wê kuştiye, bi darve kiriye û anî ziman ku têkoşînên li hemberî rejîmên zalim û paşverû yên li Rojhilata Navîn, li Îran, li ber Lîseya Galatasarsayê û li Kobanê dewam dike. Kakabaveh ragihand ku têkoşîna Dayikên Şemiyê, têkoşîna mafên mirovan a li Îranê û berxwedana li Kobanê ji hev cuda nînin.
Çalakî bi helbest û dirûşman bi dawî bû.