Li Swêd û Swîsreyê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ çalakî hatin lidarxistin

Ciwanên Azad li Swêd û Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Ciwanên Azad li Swêd û Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

OLTEN

Li bajarê Olten ê Swîsreyê endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Ciwanên ku posterên Ocalan, alên Ciwanên Azad û pankarta bi nivîsa “Em ê li ber xwe bidin û serbikevin” hilgirtin, bi dirûşman ber bi navenda Oltan ve dest bi meşê kirin. Di daxuyaniya hate dayîn de bang li ciwanên Kurd û enternasyonal hat kirin ku divê çalakiyên xwe mezin bikin. Her wiha hate gotin ku heta Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan azad bibe êw çalakiyên xwe bê navber dewam bikin.

GAVLE

Li bajarê Gavle yê Swêdê endamên Ciwanên Azad, bi heman armancê stand vedan. Ciwanan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, tevahiya rojê belavok belav kirin. Di daxuyaniya ku li vir hate dayîn de hate diyarkirin ku wê çalakiyên ciwanan dewam bikin. Bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn kir ku rabin ser lingan, xwedî li Rêbertiya xwe derketin.

...