Li Sûriyê ji ber serma zêde du zarok mirin

Li Sûriyê ji ber serma zêde du zarok mirin

Li Sûriyê ku bi deh hezaran kesî ji pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye şert û mercên hewaya sar jî her ku diçe bandorekî mezin li ser jiyanê çêdike. Du zarokan ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Koalisyona Navnetewî a Sûriyê li Helebê di 11’ê Kanûnê roja Çarşemê zarokekî 6 mehî ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest da. Berdevkê koalisyonê Soner Ahmed diyar kir ku di heman rojê de li herêma Humus bararê Rastanê zarokek din ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest da.

Koalisyonê ji bo parastina bi sedhezaran Sûriyiyên ku di bin şert û mercên hewaya sar de dijîn bangewaziya li rêxistinên sivîl yên navnetewî kirin.