Li Sûrê dorpêçiya polîsan dewam dike

Navçeya Amed Sûrê, ku duh danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hat dorpêçkirin, hînê di nava dorpêçiyê de ye.

Navçeya Amed Sûrê, ku duh danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hat dorpêçkirin, hînê di nava dorpêçiyê de ye. Li hemberî vê dorpêçiyê, ku rê li ber mirina zarokekî vekir, li ser banga DBP'ê wê îro saet di 12:00 de li Koşûyolû çalakiyek bê lidarxistin.

Qedexeya derketina derve ya li navçeya Amed Sûrê, ku Walîtiya Amedê duh saet di 05:00 ê sibehê de xist meriyetê, di roja duyemîn de dewam dike. Li navçeyê, di nava vê dema qedexeyê de zarokek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Jİ ber pirsgirêka di xeta ragihandinê, de têkilî bi zehmetî bi gel re tê danîn.

Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Amedê, li hemberî dorpêçandina Sûre, bang li gel kir ku saet di 12:00 de li Parka Koşûyolûyê bicive. Girseya gel wê ji vê derê ber bi Meydana Şêx Seîd ve bimeşe. Tê payîn ku ji tevahiya bajêr û navçeya tevlîbûn li vê çalakiyê çêbibe.