Li Strasbourgê 2 roj çalakiya birçîbûnê

Li Strasbourgê 2 roj çalakiya birçîbûnê

Li bajarê Strasbourg yê Fransayê rêxistinên cihêreng yên siyasî 2 rojan çalakiya birçîbûnê dane destpêkirin.

Li bajarê Strasbourgê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya ku 43 rojên xwe dagirtin, 2 rojan çalakiya birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakiya ku li Qada Kleber ya Navenda Çanda Mezopotamya, Konderasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê-ATÎK, Partiya Demokrasî Sosyalîstan-SDP Koordînasyona Ewropa, Koordînasyona Civata Demokratîk ya Kurdên li Ewropayê-CDK piştgiriyê dikin dê 2 rojan bidome. Çalakî dê roja Pêncşemê di demjimêr 13.00’an de bi daxuyaniyek ya çapemeniyê bidawî bibe.

Ji çalakvanên koma birçîbûnê Endamê CDK’ê Hasan Perî balkişand ku çalakiya birçîbûnê pêngav pêngav ber bi mirinê ve diçe û wiha got: “ Êdî li cihê gotinên bêwate derbazî çalakiyê bibin. Bi tevlîbûna nûnerên rêxistinên siyasî yên cihêreng ya çalakiya birçîbûnê em gelek keyfxweşkirin û ji bo me bo moral.”

Ji rêveberên berê yê Federasyona Yeketiya Elewiyên Fransayê Leyla Bînîcî jî xwest hemû kes bibe hevparê dengê berxwedana li zindanan bilind dibe.

Nûnerê ATÎK-YDG (Ciwanên Nû yên Demokrat) Arda Eren jî wiha axivî: “Bi armanca bêhnekê bidin berxwedana girtiyên li zindanan û li dijî faşîzmê cepheyekê hevpar ava bikin, em jî piştgirî dayîna vê çalakiya dê 2 rojan berdewam bike weke erkekê dibînin.”

Di dema çalakiyê de di çarçoveya Kampanya Ji Ocalan re Azadî îmze hatin komkirin.