Li Stockholmê komelek Kurdan ya nû hate avakirin

Li Stockholmê komelek Kurdan ya nû hate avakirin

Komeleyekî din jî li ser komele û dezgehên Kurdan yên Swêdê zêde bû. Dawiya hefteyê Kurdên li semta Fittja ya Stockholmê hatin cem hev, bingehê komeleyê avêtin û yekemîn kongreya komeleyê pêkanîn.

Komeleya Çanda Kurdan ya Fittja/Swêdê ya li semta Fittja ya Stockholmê hate avakirin, dawiya hefteyê yekemîn kongreya xwe pêkanî. Kongreya ji ber ku kete roja 61’mîn çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ji bo daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengên pêşiya zimanê Kurdî bêne rakirin hatiye destpêkirin, hemû nirxandin û nîqas li ser berxwedana zindana kombû. Kongreyê de hate gotin ku, girtiyên ku ji bo van daxwazan mirina xwe dane ber çavên xwe, daxwazên gelê Kurd yên bingehînin jî. Her wiha di axaftina de hate diyarkirin ku, ji bo piştgirî dayîna berxwedana li zindanan erkek mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin. Ji bo vê çendê pêwîstî bi tevgerbûnekî rêxistin kirî heye.

Mijarek din ya di kongreyê de hate axivîn, pirsgirêkên Kurdistaniyên ku çavkaniyên xwe ji koçberiyê digirin bû. Hat xwestin ku kesê di kongreyê de bê hilbijartin tekoşîna bêkarî û cûdakariyê bike, her wiha bîne rojevê. Weke din jî xebatên nasandina ziman û çanda Kurdî bike.

Di hilbijartinên kongreyê de 4 jê jin 9 kes ji lijneya rêveber re hatin hilbijartin. Hevserokên wê jî weke Hatîce Yeşîlgul û Bekir Dûymaz hatin hilbijartin.