Li Stockholm û Berlînê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan

Li Stockholm û Berlînê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan

Li Stokcholm a Swêdê û Berlîn a Elmanyayê bi armanca ku xwedî li berxwedana Kobanê ya ketiye roja 43’emîn derkevin û DAIŞ’ê protesto bikin meş pêk hatin. Kesên li Qada Sergel a Stockholma Swêdê hatin cem hev DAIŞ û AKP protesto kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.

Ciwanên Kurd ên li Stockholmê dijîn li ser çapemeniya civakî çalakî rêxistin kirin û li gel partî û komên cuda yên Kurdistanî, raya giştî ya Swêdê anî cem hev.

Kurdan li gel alên mezin ên YPG, PYD û PKK’ê, posterên Ocalan, Talabanî û Qasimlo hildan. Di axaftinên ku hatin kirin de hovîtiya DAIŞ’ê hate şermezarkirin û hat gotin ku ji bo gerîlayên YPG û YPJ’ê divê alîkariya mirovahî bê kirin.
Hinek axaftvanan jî da zanîn ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.

110 KÎLOMETRE MEŞIYAN

Ne tenê ji Stockholmê, bajarên derdorê jî Kurdistanî tevlîbûn. Lê ji bajarê Vasteras zêdetir tevlîbûn çêbû. Kurdên li bajarê Vasteras dijîyan, tevlî çalakiyê bûn di nava wan de Îranî, Urdun, Elman û Lubnanî jî hebûn. Çalakgeran 19 saetan tevî sar û şiliyê 110 kîlometre rê meşiyan.

Hat hînbûn sê meşvan neçar mane serî li beşa lezgîn a nexweşxaneyê bidin.  Axaftina yekemîn a çalakiyê li ser navê civanan Helîn Înal kir. Înal diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji 25’ê Îlonê ve ye li dijî Kobanê êrîşan pêk tînin wiha got: “YPG û YPJ heta ku bijîn bi biryarin ku mirovahiyê biparêzin. Welatên Ereb tenê temaşe dikin. Temaşe dikin ku DAIŞ Kurdan qels bike. Tirkiye destûrê dide DAIŞ’ê ku ji sînor derbas be û biçe li Kurdan bixe. Divê cîhan, NATO û Neteweyên Yekbûyî bikevin nava tevgerê. Divê pasîfbûna Tirkiyeyê bê lêpirsînkirin.

Rojnamger Kurdo Basî jî got ku li Iraq û Sûriyeyê tenê Kurd û Asurî-Suryanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin û divê ji bo hêzên li Kobanê li be rxwe didin alîkariya çekan bê dayîn.

DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN

Parlamenterê Partiya Çep Amîneh Kakabaveh jî di axaftin xwe de diyar kir ku wê Kobanê nekeve, çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê rê li ber trajediyeke mezin vekirine û got: “Jin revandin, tecawiz kirin. yekane hêza ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe daye gerîlan e.

YPG û HPG’ê Êzîdiyên Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar kirine. Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Divê YE û NY piştgiriyê bidin hêzên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin. Îran, Iraq û Tirkiye heta mafên xwe bigirin wê li ber xwe bidin.

Kakabaveh polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya li dijî Kobanê û Rojava bi tundî rexne kir û wiha pêde çû: “Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin em ê têbikoşin. Divê Ocalan demildest serbest bê berdan."

EW JI ME HEMÛYAN, BO MIROVAHIYÊ ŞER DIKIN

Lîdera berê ya Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Mona Sahlîn jî got ku ew wek jinekê, wek demorkat û wek mirovekê ji bo piştgiriyê bide berxwedana Kobanê tevlî çalakiyê bûye û wiha got: “Îro li Kobanê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin bi armanca parastina axa xwe şer dikin. Ji bo me hemûyan, bo mirovahiyê şer dikin. Ez ji bo ku femînîstek im li vir im. Ez dibînim ku jin li wir çawa li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Ez cesareta wan dibînim."

Parlamenterê Partiya Gelan û berdevkê Polîtîkaya Derve Fredrîk Malm jî diyar kir Kobanê ne tenê ye û got: “Du dijminê me hene. Yek ên li sînorê Bakur in û yê duyem jî yên êrîşê Kurdan diken. Ji bilî vê hemû hêz alîgirên Kurdan e. Divê cîhan ji bo piştgiriya Kurdan her tiştî bike.

Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Alî jî geşedanên li Kobanê bi kurtasî vegot û bang li hikûmeta Swêdê, NY û YE’yê kir ku alîkariyê bidin YPG û YPJ’ê.

GALAYA PIŞTEVANIYÊ

Li bajarê Gîvle du xwişkên hev Nurfer Aslan ya 18 salî û Dîlem Aslan ya 16 salî geşedanên li Kobanê ji nêz ve dişopînin û hevalên xwe yên li dibistanê agahdar dikin.

Her du xwişkên hev ji bo ku geşedanên li Kobanê û Rojava ragîhinin, bi Kurdî, Tirkî, Swêdî û Îngîlîzî stran nivîsin û îşev wê bi galayekê stranên xwe bêjin.

LI BERLÎNÊ MEŞ

Li paytexta Berlîn a Elmanyayê jî meşek pêk hat. Bi hezaran kesên li qada Hermannplatz hatin cem hev, bi armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ên li dijî Kobanê şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana YPG-YPJ’ê meş pêk anîn. Di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin.

Di çalakiyê de bang li hikûmeta Elman û hêzên navneteweyî hat kirin ku bi hestyar tevbigerin. Meşa ku demokrat û şoreşgerên Elman, penaberên Tirk alîkarî da, jinan pêşengiya wê kir.

Çalakgeran da zanîn ku ji bo parastina Kobanê divê Koalîsyona Navneteweyî êrîşên hewayî yên bi bandortir pêk bîne.