Li Stenbolê terora polîsan heta nîvê şevê dewam kir

Li Stenbolê terora polîsan heta nîvê şevê dewam kir

Li Taksîmê, destwerdana polîsan a saet di 20.00'an de destpê kir, heta nîvê şevê dewam kir. Polîsan li nava kolanên taxa Îstîklalê bombeyên gazê û guleyên plastîk reşandin û heta nîvê şevê girseya gel li dijî êrîşa polîsan li ber xwe da.

Li ber Lîseya Galatasarayê, bi armanca şermezarkirina qanûna erkên TMMOB'ê qels dike û binçavkirinên ji ber bexwedana Parka Gezî, daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Piştî daxuyaniyê girseya gel xwest bimeşe Taksîmê, lê li êrîşa polîsan rast hat.

Ji êrîşa polîsan, restorantan jî para xwe girtin û xwendiyên kar bi saetan li hundurê cihên xwe yên kar asê man. 

Bi armanca astengkirina destwerdana polîsan, girseya gel li serê kolana Mîss'ê agir dada û bend danî. Lê belê li vir jî pevçûna bi polîsan re destpê kir û li gel rojnamevanan gelek kes li dijwariya polîsan rast hatin. Pevçûnan heta nîvê şevê li nava kolanan dewam kirin.